Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gelek cihên Stenbolê operasyon hatin kirin.
Polîsan ji bo desteserkirina 104 kesan bi ser 104 malan de girtiye.
Di operasyonan de 70 kes hatine desteserkirin.
Ew kesên desteserkirî li Berpirsiyarîya Emniyetê ya li ser Caddeya Vatanê ne.
Hin kesên HDKyî desteserkirî ne
Di nav wan kesên hatîn desteserkirin de berdevkê HDKyê yê rêxistina Stenbolê, Şamîl Altan û endama HDKyê ya ku seroka Şaxa 8. a Egîtîm-Senê ye, Sevtap Akdag hene.
HDKyê li ser Twîtterê peyama “Ji bo di pêvajoya referandûmê de xebat ji bo dengê na neyê kirin. Bi desteserkirinan zordarî tê kirin. Divê hevalên me demildest bêne berdan.” (NV/MB)