Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê, eşkere kir ku di salên 2011-2015ê de li Girtîgeha Saydnayayê 13 hezar girtî carinan kom bi kom carinan yek bi yek hatine kuştin.
Li gor rapora Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê, her hefte an jî di her du hefteyan de carekê komên ji 50 kesan pêk tê ji Girtîgeha Saydnayayê hatine derêxistin û hatine kuştin.
Rêxistinê eşkere kiriye girtiyên ku li dijî hikûmetan bûn li wê girtîgehê diman.
“Şertên nemirovane”
Di raporê de hat eşkerekirin ku “ Bi qestî hikûmetê hewceyîyên xwarin, derman û avê pêk neanîne û bi awayekê plankirî îşkence li wan hatiye kirin.
“Ev kiriyar sûcên di şerî de ne û nemirovane ne.
“Em ji hikûmeta Sûriyeyê dixwazin bila demildest dest ji kuştina girtiyan a li Girtîgeha Saydnayayê li girtîgehên dî berde.
“Divê dewletên nêzîkî hikûmetê Îran û Sûriye tesîrê li Hikûmeta Sûriyeyê bike da ew dest ji polîtîkaya xwe berde.”(AS/MB)