Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sed roj in ku rojnamegerên xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê di girtîgehan de ne. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, TGSyê ji bo hemî girtiyan nameyek ji bo berpirsê weşana Cumhuriyetê, Murat Sabûncûyî nameyek şand.
TGSyê eşkere kir ku 146 rojnameger di girtîgehan de ne. Ew kesên hatîn girtin bûne sembola bêhiqûqî û negheqiyan.
Hin beşên nameyê ev in:
“Bi taybetî girtina 146 rojnamegerên hevpîşeyên me bûn sembola neheqî û bêedaletiya di Halê Awarte de hatî kirin.
“Wek bi dehan hevalên me hûn jî di vê pêvajoyê de ji ber ku we rojnamegerî kiriye hûn di girtîgehê de ne.
“Di dema Halê Awarte de ew hewil tê dayin ku welatê me bibe girtîgeheka vekirî.
“Têkoşîn û hevgiriya me dê li derve û di girtîgehan de dom bike.”(EKN/MB)