Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Aladagê ya Edeneyê, warê xwendekaran şewitîbû, bi şewatê 12 kesên ku 11 ji wan zarok bûn miribûn. Ji ber şewata warê xwendekaran çar rayedarên hatibûn destserkirin û berdan hatin girtin.
Piştî rayedar hatîn serbest berdan, Baroya Edeneyê, Komeleya Alîkariya Civakî û Serdozgerîyê îtiraza serbestberdana wan kiribû.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Aladagê, di 4ê Kanûna Pêşiyê de midûrê yurdê Cûmalî Genç, serokê Komeleya Alikarîdayina Xwendekarên di Dibistanan de Ismaîl Ugur, birêvebirên komeleyê Ramazan Keleş, Ramazan Dede, Mustafa Oztaş, Mahir Kilinç girtibûn.
Di 22yê Kanûna Paşiyê de ew kesên girtî hatibûn serbest berdan.
(YY/MB)