Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî Akademîsyenên Aştîxwaz danezana “Em Nabin Hevparê vê Sûcê” ragihandibûn, Sedat Peker gef li wan xwaribû. Li ser gilîkirinê wê demê derbarê Peker de doz hat vekirin.
Sedat Peker di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha digot: “Kesên qaşo rewşenbîr, wê gog ewil ji bo lêkeve. Em ê xwîna we birijînin û pê serê xwe bişûn.”
Li gilîkirina EGÎTÎM-SEN, Komeleya Parêzerê Aştîxwaz û gelek akademîsyenan derbarê Sedat Peker de dpz hat vekirin.
Di îdianameya ku Serdozger Ahmet Aslan amadekiriye de Peker bi gefxwarin û tehrîkirina sûckirinê ve tê sûcdarkirin.
Rûniştina yekem ya dozê wê sibê (3ê Çileyê) saet 10:00an de li Dadgeha Stenbol Anadoluyê were dîtin.
Sedat Peker kî ye?
Peker ji ber sûcên “tehsîlatkirina bi tehtîdê, revadin û dîlgirtin, navtêdana kuştinê” 7 meh qaçax ma û piştre di 1998an de li Romanyayê hat girtin û wî anîne Tirkiyeyê. Derbarê wî de bi cezaxwestina 7.5 salan doz hat vekirin. Peker di 24ê Gulana 1999an de ji doza ku ligel 12 kesan ve bi “avakirina rêxistina çeteyan” dihatin dadkirin de, tehliye bû.
Derbarê wî de bi hincetên weke “rêxistina sûckirinê avakiriye, bi ser kargehê de gule reşandiye, tehdîtkirina huriyeta mirovan, derstdanîna ser malên xelkê ve 3 doz hatin vekirin û di du dozan de ceza girt.
Di 2013an de ji ber doza Ergenekonê jî hat girtin û 10 meh di girtîgehê hat girtin.
(BK/YO)