Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Dadgeha Bilind a Yewnanistanê derbarê 8 leşkerên tirk ku piştî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya leşkerî revîbûn wir de biryar da û daxwaza îadekirina Tirkiyeyê red kir.
Wezîrê Dadê yê Yewnanistanê Stavros Kondonis beriya niha gotibû: “Hukimet dê ji biryara dadgehê re rêz bigire.”
Dihat payîn ku Dadgeha Bilind a Yewnanistanê biryara xwe di 23ê Çileyê de diyar bike lê, ji ber ku dadwerek qeza derbas kiribû û dadwerên din jî biryara dawî negirtbûn, roja biryardayînê 3 roj hatibû pêşwextkirin.
(YY/YO)