Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Xala Makeqanûnê ya ku desthilata birêvebiriyê ya serokkomarî zêde dike hat guhertin. Duhî hevdîtinên ji bo guhertina xala Makeqanûnê di siet 15.00ê de dest pê kir û di siet 23.40ê hilbijartin bi dawî bû.
Encama dengdanê di siet 23.40ê hat eşkerekirin.
484 deng hatin bi kar anîn. 347 dengên erê û 132 dengên na bû. Du deng vala bûn û dengek jî ne li gor ûsûlan hatibû avêtin.
Xala Guhertî
Xala 1. – Xala 9. a Makeqanûna 2709ê ya di 7/11/1982ê de hatî çêkirin hat guhertin. Gotina “bêalî” piştî gotina “serbixwe” li xalê hat zêdekirin.
Dengdana giştî
Ji bo li ser teklîfa guhertina Makeqanûnê minaqeşe bêne kirin, di 9ê Kanûna Paşiyê de, 338 parlamenteran dengê erê da, 134 parlamenteran dengê na da. Dengek nehat hejmartin. Pênc deng vala bûn û du kesan jî nexwest dengî bide. (HK/MB)