Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Dadê eşkere kir ku heta niho 41 hezar û 326 kes ji ber FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) hatine girtin.
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî di hefteya paşiyê de ji ber PKKyê polîsan 342 kes desteser kirine û 34 ji wan hatine girtin. Bi operasyonan polîsan 147 kes jî bi tewana DAIŞîbûnê desteser kirine, 25 ji wan hatine girtin.
Ji 103 hezar û 850 desteserkiriyan 41 hezar û 326 kes hatine girtin
Li gor agahiyên Wezareta Dadê dane Ajansa Anadolûyê, ji 103 hezar û 850 desteserkiriyan 41 hezar û 326 kes hatine girtin.
41 hezar û 326 kes di girtîgehê de ne.
3 hezar û 831 kes hatine desteserkirin
Ji ber lêpirsîna FETOyê 3 hezar û 831 kesên di girtîgehan de ji bo zelalkirina delîlan hatine tehlîyekirin.
1066 leşker, 583 polîs, 4 cihgirên walîyan, du qeymiqam, 158 dadger û dozger û 9 endamên dadgehên bilind hatine tehlîyekirin.
Li gor agahiyan ji bo dîtina 5 hezar û 150 kesan jî biryara lêgerînê hatiye dayin.(AS/MB)