Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir hezar û 656 kesên ku ji ser malperên civakî propagandaya terorê, li mezinên dewletê heqaret, qastî yekîtiya dewlet û milet kirine, hatin girtin.
Wezareta Karên Hundir daxuyand ku wan bi hinceta ‘nav li gel dikin ku wan kîndar û xwedînefret bikin, pesnê rêxistinê didin, heqaretê li mezinên dewletê dikin’ lêpirsîn, binçavkirin û girtinan pêk anîne.
1656 kes hatin girtin, 84 kes jî binçavkirî ne
Di vê çarçoveyê da di 6 mehên dawîn da ji bo 3 hezar û 710 kesên ku tevlî sûcên ji ser malperên civakî tên kirin bûne da muameleyên edlî hat kirin. Ji gumanbaran hezar û 656 kes hatin girtin, hezar û 203 kes bi şertê kontrola edlî û 767 kes jî piştî muameleyên li ewlehiyê serbest hatin berdan. 84 kes hê jî binçavkirî ne û derbarê wan de muamaleyên li ewlehiyê dewam dike.
Daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serdozgeriyên Komarê derbarê 10 hezar kesên nasnameyên wan hatin kifşkirin da jî dest bi pêvajoya edlî û lêpirsînê kirin.
(BK/YO)