Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgehê daxwaza bera’etkirinê ya herçar akademîsyenên aştîxwaz, Esra Mungan, Meral Camci, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoyî qebûl nekir.
Herçar akademîsyenan îmze avêtibûn bangewaziyeka aştiyê ya bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî.”
Dozgerî xwest ew kesên bersûc bi Qanûna Cezayan a Tirkan a 301. bêne dadkirin. Ji bo vê yekê divê Wezareta Dadê Destûrê bide dadgehê.
Parêzera bersûcan Merîç Eyûpoglûyê diyar kir bêyî ku ew li benda bersiva wezareta dadê bimînin wan daxwaza beraetê kiriye.
Bersûc dê di 30ê Adarê de dîsa bêne dadkirin.
Parêzer: Sûc tûne ye em beraetê dixwazin
Akademîsyen, bi sûce “propagandaya rêxistinê têne dadkirin. Dozgerî xwest, akademîsyen bi qanûna 301. ya “kêmdîtina Tirkîtî, saziyên dewletê û organên wê” bêne sûcdarkirin.
Akademîsyenên bersûc nehatin dadgehê. Ji Tirkiyeyê û dinyayê sîyasetmedar û akademîsyen
Dadkirina akademîsyenan 5 deqîqeyan dom kir. Parêzera akademîsyenan, Merîç Eyûpoglûyê di dema dadkirinê de got:
“Sûcek nîne. Tiştê hatî kirin bikaranîna azadiya xwe-îfadekirinê ye. Nivîsê daxwaza aştiyê kiriye û banga tûndkariyê tê de nîne.”(BK/MB)