Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Şebnem Korûr Fîncanci, serokê Berpirsiyarîya Tirkiyeyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Erol Onderoglû û nivîskarê Ahmet Nesîn ji ber ku bi nobedarîyê bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê lêpirsîna li ser wan didome. Fîncanci û Onderolû îro li dadgehê bûn Nesîn li derveyê welatî ye.
Doz li Dageha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê hat birêvebirin. Gelek rayedarên rêxistinên mafên mirovan û rojnamegeriyê beşdarî dadkirinê bûn.
Berpirsê weşana giştî ya Ozgûr Gûndemê Înan Kizilkaya ji bo dadkirinê nehatiye anîn.
Parêzeran xwestin ew kesên bersûc bêne beraetkirin.
Birêvebirina dozê ji bo 11ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê hat bipaşdedan.
Sûcê ji bo bersûcan tê nîşandan ev in: ‘’pesindana sûcan û sûcdaran’’,’’tehrîkkirina ji bo sûckirinê’’,’’propagandaya rêxistina terorî.’’
Onderoglû: Ez ê ti caran girtina me qebûl nekim
Onderoglû pêşiyê axivî û da zanîn ew ê ti caran girtina wan qebûl neke. Wî got bi salan ew li dijî CMKya 231ê bûye ku sansûr û otosansûrê dike.
Fîncanci: Min erkên xwe pêk anîn
Fîncanciyê jî gotiye: ‘’Hevgirî hembêzkirina dinyayê ye. Yek ji pêdivîyên neferbûna mafparêziyê ye. Min erkên xwe pêk anîn ez sûcdariyên we qebûl nakim.’’(BK/MB)