Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dozgerîyê biryara desteserkirina şêwirmend û nivîskarê Rojnameya Cumhurîyetê û endamê Dîwana Birêveber a IPIyê, Kadrî Gûrselî û midûrê mûhasebeyê yê Rojnameya Cumhuriyetê Gûselî Ozaltayî daye.
Kadrî Gûrselî bi hesabê xwe yê Twîtterê agahiya li ser biryara desteserkirina xwe belav kir.
Hakkımda yakalama kararı varmış, evimde arama yapılıyor. Evime gidiyorum. Cumhuriyet'e yapılan operasyonun devamı olduğunu sanıyorum.
— Kadri Gürsel (@KadriGursel) October 31, 2016
Li gor agahiyên herî dawiyê ji Cumhuriyetê hatine standin: Endamê, Dîwana Birêvebir a Cumhurîyetê Eser Sevînç, nivîskarê Hakan Kara, nivîskarê Hikmet Çetînkaya, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Bûlent Ûtkû, nivîskarê Gûray Oz, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, berpirsê weşana giştî ya Cumhurîyetê Murat Sabuncu, berpisê pêveka li ser kitêban a Cumhurîyetê Tûrhan Gûnay û nivîskarê Aydin Ergîn hatine desteserkirin.
Dozgerîyê biryara desteserkirina Akin Atalayê serokê Lijneya Îcrayê ya Weqfa Cumhurîyetê û rojnamegerî Nebîl Ozgentûrk daye lê ji ber ku li derveyî welatîne nehatine desteserkirin. (EKN/MB)