Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya ewlehiya Neteweyî(MGK) bi daxuyaniyekê pêşniyar kir ku divê dema Halê Awarte bê dirêjkirin û bila 15 Tîrmehê her sal wek Roja Demokrasî û Azadiyan bê pîrozkirin.
MGKyê sebebên pêşniyaran weha rêz kirine:
‘’Ji bo standina tedbîran, ji bo bi awayekê biserkeftî hiqûqa demokrasîyan bê pêk anîn, ji bo parastina maf û azadiyên welatîyan...[bila Rewşa Awarte bidome]’’
Rewşa awarte di 20ê Tîrmehê de ji bo sê mehan hatibû îlankirin.
Piştgiriya Kayyûman
Li daxuyaniyê, hat dîyarkirin ku kiriyarên hiqûqî yên şandina qayûman ji bo şaredariyan ‘’kiriyarên di cih de ne’’
Şerê li Sûriyeyê
Di daxuyaniyê de hat dîyarkirin ku ji bo bihevrejiyana pêkhateyên Sûriyeyê û yekîtîya axa wê divê birêvebiriya rejîma Sûriyeyê bê guhertin û ji bo pêvajoya guhertinê birêvebiriyeka dî çêbibe. (AS/MB)