Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesayetên navdar girtina Ahmet û Mehmet Altanî protesto kir û xwest nivîskar û rojnamegerên girtî bêne azadkirin.
Jürgen Baurmann, Judith Butler, Margaret Atwood û Costa Gavras tê de 303 nivîskar, akademîsyen, hûnermend, mafparêz û zanyaran ji bo azadiya rojnameger û nivîskaran îmze avêtine bangnameyeka ji bo hikûmetê.
Bi bangnameyê, beşdarbûyîyan ji raya navneteweyî xwestin ku li dijî wê yekê ku li Tirkiyeyê rojnameger û nivîskar têne girtin bila helwest bê nîşandan.
Bi bangnameyê beşdarên îmze avêtîn,dan zanîn ku bi hêceta derbekirinê, cadû-girîyekê* dest pê kiriye. Mehmet Altan profesorek e û Ahmet Altan nivîskarek e ku sûcê wan ne piştgiriya derbeyê ye wan mûxalefeta desthilatê kiriye ji ber wê niho girtî ne.
(Cadûgirî: Girtin û cezakirina cadûyan e lê wek metafor ''kampanyaya li dijîş wan kesan e ku fikrên wan dijayetiya civatê dike(Wikipedia)''
Ji bo lîsteya wan kesên îmze avêtîn vê derê bitikîne (EA/MB)