Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ayşe Çelîkê li bernameya Beyaz Şovê gotibû ‘’bila zarok nemirin’’ li ser vê yekê Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê li ser wê lêpirsîn vekiribû. Çelîk û ew kesên piştgiriya wê kirîn îro hatin dadkirin. Piştî lêpirsînê ji bo piştgiriya li Ayşe Çelîkê 38 kesan gilîya xwe kiribûn û diyar kiribûn ew jî şirîkên sûcê ‘’Ayşeya Dersdar’’ in.
Berpirsê bernameyê Kadir Turnali û Ayşe Çelîk îro digel van kesan hatin dadkirin:
Ahmet Dindar, Ayşe Erzan Silier, Ayşegül Akış Devecioğlu, Ayşegül İyidoğan, Bayram Bahri Belen, Dilek Gökçin, Ercan İpekçi, Ergin Cinmen, Ferhat Tunç, Gençay Gürsoy, Gülseren Onanç, Gülşen Denizhan, Gürhan Ertür, Gürkan Develi, Halim Bulutoğlu, İbrahim Akın, İbrahim Sinemillioğlu, Kemal Özgül, Mahmut Konuk, Mehmet Tursun, Mevlüt Ülgen, Murat Çelikkan, Nazmiye Özen, Nergiz Ovacık, Neşe Yaşın, Nil Özsoy Dindar, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Perihan Pulat, Pınar Önen, Şanar Yurdatapan, Sibel Özbudun Demirer, Süleyman Eryılmaz, Temel Demirer, Türkcan Baykal, Üner Eyüboğlu û Vecdi Sayar.
Ayşe Çelîkê got ‘’ez li pişt gotinên xwe me’’
‘’Ez şahida wan tiştên li Farqînê bûbûn im. Min bi axiftina xwe ti kes tewanbar nekirin an jî min ti kes nepesinandin. Min xwest bal biçe ser [halê] mexdûran ku yek ji wan ez im.
''Wê rojê pêşkêşvanî û temaşevanan jî zanîn ku min bê nîyeta xerab bêyî ku pesnê hinekan bidim ew tişt gotin. Lê paşê bi hestên nijadperestane navê min hat reşkirin. Ez hatim desteserkirin. Ez ne welê jî bûm lê medyayê ez wek parastvana terorê û dozgerî/ê ez wek tewanbaran nîşan dam. Gotinên min wek propagandaya terorê hat nîşandan. Ez li pişt gotinên xwe me û dîsa ez wan tiştan dibêjim.''
Çi bûbû?
Di 8ê Kanûna Paşiyê de keseka ku gotibû ew Ayşeya Dersdar e, gotibû ''bila zarok nemirin, bêdeng nebin.''
''Li rojhilatê welatî xelk dimirin gelo we hay jê heye? Bêdeng nebin mirov dimirin, zarok dimirin. Piçek dî wek mirovan hessas bin. Bibînin bibihîsin û êdî destên xwe dirêj bikin.''
Piştî bûyerê Serdozgeriya Amedê bi tometa propagandaya terorê doz li Ayşe Çelîkê vekiribû, di heman demê de Serdozgeriya Stenbolê jî doz li Kanal Dyê vekiribû.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan jî 900 lîre ceza dabû qenalê.
(EA/MB)