Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ayşe Çelîkê li bernameya Beyaz Şovê gotibû ‘’bila zarok nemirin’’ Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê li ser wê bi tometa propagandaya ji bo rêxistina terorî lêpirsîn vekiribû.
Piştî lêpirsînê ji bo piştgiriya li Ayşe Çelîkê 38 kesan gilîya xwe kiribûn û diyar kiribûn ew jî şirîkên sûcê ‘’Ayşeya Dersdar’’ in.
Berpirsê bernameyê Kadir Turnali û Ayşe Çelîk dê îro digel van kesan bêne dadkirin:
Ahmet Dindar, Ayşe Erzan Silier, Ayşegül Akış Devecioğlu, Ayşegül İyidoğan, Bayram Bahri Belen, Dilek Gökçin, Ercan İpekçi, Ergin Cinmen, Ferhat Tunç, Gençay Gürsoy, Gülseren Onanç, Gülşen Denizhan, Gürhan Ertür, Gürkan Develi, Halim Bulutoğlu, İbrahim Akın, İbrahim Sinemillioğlu, Kemal Özgül, Mahmut Konuk, Mehmet Tursun, Mevlüt Ülgen, Murat Çelikkan, Nazmiye Özen, Nergiz Ovacık, Neşe Yaşın, Nil Özsoy Dindar, Orhan Alkaya, Orhan Silier, Oya Baydar, Perihan Pulat, Pınar Önen, Şanar Yurdatapan, Sibel Özbudun Demirer, Süleyman Eryılmaz, Temel Demirer, Türkcan Baykal, Üner Eyüboğlu û Vecdi Sayar.
Çi bûbû?
Di 8ê Kanûna Paşiyê de keseka ku gotibû ew Ayşeya Dersdar e, gotibû ''bila zarok nemirin, bêdeng nebin.''
''Li rojhilatê welatî xelk dimirin gelo we hay jê heye? Bêdeng nebin mirov dimirin, zarok dimirin. Piçek dî wek mirovan hessas bin. Bibînin bibihîsin û êdî destên xwe dirêj bikin.''
Piştî bûyerê Serdozgeriya Amedê bi tometa propagandaya terorê doz li Ayşe Çelîkê vekiribû, di heman demê de Serdozgeriya Stenbolê jî doz li Kanal Dyê vekiribû.
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan jî 900 lîre ceza dabû qenalê.
(EA/MB)