Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê DİSK’ê Farûk Eren ku beşdarî kampanyaya berpirsiyarîya weşana giştî ya Ozgur Gundemê ya ku hate girtin bûbû. Îro doza wî li dadgeha Çaglayanê ya Senbolê hate dîtin.
Farûk Eren beşdarî doza ku li dadgeha cezayî ya 14emîn bû. Sebebê gumana li ser wî nivîsên di Ozgûr Gûndemê de hatîn weşandin in.
Rojnameger, tevgera pîşeyên çapemenîyê û nûnerên sendikayan jî beşdarî dozê bûn û rojnameger Elîf İlgaz, ifadeyê Farûk Eren li ser Twitter’ê parvekir.
Farûk Eren di destpêka parastina xwe de got: “azadîya xweîfadekirinê û çapemenîyê di rewşeke hejar de ye” û wiha axivî:
“Ez rojnameger im û di heman demê de serokê Disk-Basin-Îş’ê me. Hejmara rojnamegerên di girtîgehê de ne ji sedî zêde ne. Derbarê gelek rojnamegeran de jî doz hatine vekirin.
“Hrant Dink û Abdî Îpekçî ji ber rojnameger bûn hatin kuştin.Lê herî zêde Rojnameya Ozgur Gundemê êş kişanîye.dema ez diçûm rojnameyê li dîwaran wêneyên rojnamegerên ku hatine kuştin hebûn. Ji ber vê yekê ez çûm piştgiriya rojnameya Ozgur Gundem’ê. Ew sûcên tê îddia kirin ku me kirîye,.ez ne di wê qinyatê de me ku me kiribe.”
Ji ber sê nivîsan tê darizandin
Farûk Eren ji ber sucên wekî: beşdarbûna nobedarîya Berpirsê weşana gişta ya Ozgur Gundemê û nivîsên wî yên bi navê “POH Li Şirnexê Di Bin Enqazê De Ma”, “Çalakîyên Gerîllayan Didomin” û “Li Cizîrê hilweşandin Didomin” ku di 5ê Gulana 2016’an de hatibû weşandin tê darizandin.(EA/ZY)