Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di 10ê Îlonê de, ji bo lêpirsîna ‘’Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO)’’ Ahmet Altanê ku berpirsê weşana rojnameya Tarafê yê berê bû û Prof. Dr. Mehmet Altan hatibûn desteserkirin, dadgehê biryara girtina Mehmet Altanî da, Ahmet Altan serbest berda.
Mehmet altan û Ahmet Altan duhî piştî îfadedanê ji bo Dadgeha Çaglayanê hatibûn birin.
Serdozgeriyê piştî îfadeya wan stand ew ji bo Dadgehê şandine. Dadgeha Çaglayanê biryar da Ahmet Altan bê berdan û birayê wî Mehmet Altan bê girtin.
Li gor biryara dadgehê Ahmet Altan mecbûr e di rojeka her hefteyê de biçe navendeka ewlehiyê û îmzeyekê bavêje, her dîsa qedexeye biçe derveyî welatî.
Mehmet Altan
Nivîskar e û akademîsyenekê profesor e ku li Zanîngeha Stenbolê ders didan.
Wek nûçegihanê Parîsê yê rojnameya Cumhurîyetê û wek qunciknivîskarê Sabah û Starê kar kiriye.
Ji 1985ê heta 2013ê 35 kitêb nivîsîne.
Kurê Çetîn altanê nivîskar e û birayê Ahmet Altanî ye.
Ahmet Altan
Nivîskar û rojnameger e. Avaker û sernivîskarê Tarafê bû, ji bo Associated Pressê wek nûçegihan, ji bo Hurriyetê wek edîtor, ji bo Hurrîyet, Milliyet, Yeni Yûzyil û Tarafê wek qunciknivîskar xebitî.
Ji bo Star TVyê di salên 1990ê Digel neşe Dûzelê bernameyeka bi navê kursiyê sor amade kir.
Wî 11 roman û 5 kitêbên ceribandinê nivîsîne.
Mustafa Aydoganî nivîsên wî yên bijare wergerandina zimanê kurdî û ew nivîs wek kitêbeka bi navê Berfîn hatiye çapkirin. (NV/MB)
*Wêne: AA