Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Amedê, ji bo lêpirsîna KCKyê biryar da parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo dadgehê ‘’bi zorê bide anîn.’’
Heft patlamenterên HDPyê yên ku dadgehê biryar daye ew bi zorê ji bo dadgehê bêne birin ev in:
Parlamentera Amedê, Çaglar Demîrel, parlamenterê Rûhayê Osman Baydemîr, parlamentera Agirîyê Dirayet Taşdemîr, parlementerê Mûşê, Ahmet Yildirim, Parlamentera Sêrtê, Besîme Konca, parlamenterê Dêrsimê, Alîcan Onlû û parlamenterê Wanê, Nadîr Yildirim.
Li gor nûçeya DIHAyê dadgehê biryar daye divê navnîşana parlamentera Colemêrgê, Selma Irmakê bê eşkerekirin û bi vexwendnameyekê ew ji bo dadgehê bê vexwendin.
Ji bo lêpirsîna KCKyê 192 sîyasetmedarên kurd têne dadkirin. Ew kesên navborî ji ber ku bûbûn parlamenter doza li ser wan hatibû sekinandin.
Îro roja dadkirina parlamenterên navborî bû ji ber ku ew neçûne dadgehê, dadgehê biryar daye ‘’wan bi zorê bidine anîn.’’ (ÇT/MB)