Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadwer û Serokê Dadgeha 14. Cezayê Giran ya Stenbolê Rustem Eryilmaz ku di doza Hrant Dink de biryara yekem wî dabû, piştî ji hêla HSYKê ji kar hat hildan di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen de hat girtin.
Li gorî nûçeya Agosê dadwerê bi navê Mustafa Başer ku ew jî di heman heyeta dadgehê de cih digirt, di 1ê Gulana 2015an de hatibû girtin. Demarê endamen heman dadgehê yên bin navê Hadi Çagdir û Hikmet Usta de jî di 1”6ê Tebaxê de biryara girtinê hatibû dayîn.
Eryilmaz: Rêxistin heye lê delîl nîn e
Derbarê biryara ‘rêxistin nîn e’ ya bo doza Dink hatibû dayîn, ji gelek aliyan ve hatibû nîqaşkirin. Serokê Dadgehê Eryilmaz ku wî vê biryarê dabû, derbarê mijarê de ji rojnamegerek re di telefonê de wiha gotibû: “Rêxistin heye lê delîl nîn e. Me ji ber kêmasiya delîlan biryara beraetkirinê hilda.”
Usta: Rêxistin, Ergenekon e
Dozgerê bi navê Hikmet Usta di daxwaznameya ji bo temyîzkirina wê biryarê de, derbarê daxuyaniya Eryilmaz de wiha gotibû: ‘Rêxistin jî holê ye, derbarê kirinên wan de zêdetirî delîl jî hene.’Dozger Usta ragihandibû ku Hrant Dink ji hêla hucreya Trabzonê ya rêxistina Ergenekonê ve hatiye kuştin û dadgeh dadgeh delîlên heyî li ber çavan negirtiye û bi awayekî li dijî qanûnê biryara beraetê hildaye.
Dadgeha Bilind wê biryara girtî betal kir
9. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind wê biryara ‘rêxistin nîn e’ ku ji hêla 14. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ve hatibû dayîn, bi hinceta ‘gumanbaran ji bo sûckirinê rêxistin ava kirine û ji ber wê sedemê divê werne cezakirin, betal kir. Dadgeha Bilind derbarê cezayê muebeta giran ku bi hinceta ‘azmê cineyetkirinê kiriye’ dabûn Yasin Hayal jî sererast kir û bi hinceta ‘îştîraqkirina cinayetê’ cezayê wî hat erêkirin.
Rustem Eryilmaz kî ye?
Dadwer e û di heman demê de di Çileya 2012an de serokê heyeta doza Hrant Dink li 14. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bû. Dadwer Eryilmaz doza Hrant Dink de tenê Ogun Samast û Yasin Hayal sûcdar qebûlkiribû û hemû sûcdarên din bi hinceta ‘rêxistin nîn e’ ji dozê tehliye kiribû. Piştî wê biryarê kesên weke Erhan Tuncel û Osman Hayal serbest hatibûn berdan.
(EA/YO)