Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê de hewildana derbekirinê hat kirin ku Tirkiyeyê ji ber wê biryara girtina Fethûllah Gûlenî daye, heyeta Amerîkayê ji bo hevdîtinên li ser îadekirina Gûlenî hatiye Tirkiyeyê.
Piştî hewildana derbeyê hikumetê ji bo lêpirsîna ‘’FETO (Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir)’’ daxwaza ‘’girtina di demekê kurt de’’ kiribû.
Li gor Ajansa Anadolûyê sê kesên ji Wezareta Dadê û kesek ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hatine Enqereyê.
Heyet serê sibeyê çû Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.
Sibeyê cihgirê serokê Amerîkayê Biden dê bê Enqereyê û digel serokwezîrê Bînalî Yildirim kom bibe.
Bîdenî di Twîtterê de ji beriya serdana xwe weha nivîsîye: ‘’ Di êrîşeka hovane ya li ser dawetekê 50 kesên 29 ji wan zarok hatine kuştin. 66 kes hatine birîndarkirin. Em digel hevpeymana xwe, Tirkiyeyê ne. Em ê di vê hefteyê de ji bo nîşandana hevgiriya Amerîkayê digel xelkê tirk biçin Enqereyê.’’
(NV/MB)