Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parêzerên ku di saetên sibehê de xwestine biçin dadgehê ragihandin ku dadgeh ji hêla polêsan ve ji çûn-hatinê re hatiye girtin.
AAyê ragihand ku derbarê 173 xebatkar û karmandên ku li dadgehan dixebitin de, di çarçoveya lêpirsîna Dozger Gokalp Kokçu daye destpêkirin de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Kesên hatine binçavkirin ji bo îfadedayînê birin Emniyeta Stenbolê.
Gelek komputerên li odeyên dadgehê de jî hatin lêkolînkirin.
Di çarçoveya wê lêpirsînê de, hefteya borî jî 4 kes hatibûn binçavkirin.
Li Enqereyê 126 kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê jî di 8ê Tebaxê de li dijî dadgehê operasyon hatibû lidarxistin.
Di çarçoveya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de 126 karmend û xebatkarên li dadgehên Enqere û navçeyên wî hatibûn binçavkirin.
648 dadwer û dozger
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hefeteya borî di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku heta niha 16 hezar kes hatine girtin, 6 hezar kes hêjî binçavkirî ne û 7 hezar û 668 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Li dijî operasyonan de 648 dozger û dadwer jî hatin binçavkirin.
(AS/YO)