Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Orhan Kemal Cengîz piştî hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, di 21ê Tîrmehê de li Balafirgeha Atatirkî hat desteserkirin. Cengîzî serhatiya xwe û pêvajoya desteserkirinê ji bianetê re got.
Ew li navenda polîsan a Caddeya Vatanê 4 rojan hatiye desteserkirin. Wî got ji bilî ku ji piştê ve ew hat kelepçekirin ti tûndkarî li wî nehatine kirin lê wî gelek kes li girtîgeha navenda polîsan dîtin ku çavên wan werimî bûn û digirîyan.
Li ser doza Cimaeta Gulenî û Rojnameya Zamanê ew hatiye girtin lê Cengîzî got ji bilî du Twîtên wî ji beriya salek û nîvê nivîsîn ti pirs ji wî nehatine kirin.
Cengîzî serhatiya xwe weha got:
Balafirgeh
‘’Me li Brîtanyayê Weqfa Tahir Elçîyî ava kiribû. Li navenda wê ya li Brightonê roja yekşemê civîna wê hebû. Ez ê biçûma Brîtanyayê ku roja Yekşemê Turkan Elçî û parêzer Tony Fitcherî bibînim.
‘’[Polîsan] ez li balafirgehê sekinandim, ji min re gotin divê ew li tiştekî binêrin. Ez du-sê sietan li wê derê hatim sekinandin.
‘’Ez dibêjim qey hingê biryar dan ku min desteser bike, Paşê wan ez birim Navenda Polîsan a Caddeya Vatanê.
Girtîgeh
‘’Wan ti agahî nedan min. Wan rasterast ez danîm cihê girtiyan.
‘’ Wan ti tûndkarî li min nekirin. Bi tenê roja paşiyê dema wan ez birim dozgeriyê wan ji piştê ve destên min kelepçe kirin. Min ji polîsan re got ez parêzer û rojnameger im. Wan got ferman bi wî rengî ji wan re hatiye dayin.
‘’ Min li odeya didoyê an jî sêyê kesek dît çavên wî bi îşkenceyê werimî bûbû, digirîya. Girtîgeh bi temamî tejî bû ez texmîn dikim li wê derê bi tenê ez sivîl bûm.
Dozgerî roja pêşiyê îfadeya min nestand
‘’Roja pêşiyê ya ez hatîm desteserkirin dozgerî bakir min. Ez digel parêzerên xwe çûm nik wî lê wî îfadeya min nestand û rasterast ez rêkirim, girtîgehê.
‘’Ez gelekê ecêbgirtî bûm. Ez çûbûm ber deriyê dozgerî wî got ew îfadeya min nastîne û ez vegerandim.
Du Twît
‘’Piştî çar rojan ez çûm nik serdozgerî. Min zanî ku ji bo lêpirsîna FETO[Rêxistina Terorî ya Fethullahgir] hatime girtin. Lê tiştê ecêb ew e ku wan bi tenê pirsa du Twîtan ji min kir.
‘’Min hingê zanî ku wan ti dosye li ser min amade nekiriye.
Îfadeya ji bo serdozgeriyê
Orhan Kemal Cengîzî diyar kir ku heman dozgerê biryar dabû kayyim ji bo Rojnameya Zamanê bê rêkirin, îfadeya wî stand.
‘’Ez ji organê medyaya cimaetê re dinivîsim lê ev têkilîyeka profesyonel e. Min kengê çi fikirîbe min ew nivîsîne. Weke dî piştî kayyim ji bo Zamanê hat rêkirin bi awayekê profesyonel ez bûm parêzerê Zamanê.
‘’Ez parêzerê mafên mirovan im. Min bi salan parêzeriya wan kesan kiriye ku gundên wan hatibûn valekirin. Min parêzeriya nemisilmanên li Tirkiyeyê jî kir. ez ti sûcan bi ti awayî li ser xwe qebûl nakim.
(EKN/MB)