Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriyê ji bo lêpirsîna derbeya 15ê Tîrmehê biryar da 42 rojnamegeran desteser bike, Nazli Ilicak rojnamegeran jî yek ji wan rojnamegeran e.
Cihgirê serdozgerê Bûroya Sûcên Rêxistinî û Terorî, Irfan Fîdanî daxwaza girtina wan kesan kiriye.
Polîsên Stenbolê diyar kiriye ku Nazli Ilicak ne li mala xwe ye û wan ew nedîtîye.
Li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya di Rojnameya Hurriyetê de, polîsên Stenbolê daye zanîn ku çêdibe Ilicak çûbe Bodrûmê û polîsên Mûglayê dê erkê desteserkirinê bistînin.
42 Rojnamevan
Li gor Ajansa Anadolûyê ew kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye dayin ev in:
Abdullah Abdulkadiroğlu, Abdullah Kılıç, Ahmet Dönmez, Ali Akkuş, Arda Akın, Ayşe Nazlı Ilıcak, Bayram Kaya, Bilal Şahin, Bülent Ceyhan, Bülent Mumay, Bünyamin Köseli, Azmi Cemal Kalyoncu, Cevheri Güven, Cihan Acar, Cuma Ulus, Emre Soncan, Ercan Gün, Erkan Akkuş, Ertuğrul Erbaş, Fatih Akalan, Fatih Yağmur, Habip Güler, Hanım Büşra Erdal, Haşim Söylemez, Hüseyin Aydın, İbrahim Balta, Kamil Maman, Kerim Gün, Levent Kenez, Mahmut Hazar, Mehmet Gündem, Metin Yıkar, Muhammed Fatih Uğur, Mustafa Erkan Acar, Mürsel Genç, Selahattin Sevi, Seyid Kılıç, Turan Görüryılmaz, Ufuk Şanlı, Ufuk Emin Köroğlu, Yakup Sağlam û Yakup Çetin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê, rojnamevanên bi navê Yakup Sağlam, İbrahim Balta, Seyit Kılıç, Bayram Kaya û Cihan Acar hatine desteserkirin. (EKN/ÇT/MB)