Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Dîwana Wezîran li ser hewildana derbekirinê civiya. Piştî civînan Erdoganê serokkomar eşkere kir ku ji bo 3 mehan, li hemî derên Tirkiyeyê Halê Awarte hatiye îlankirin.
Li gor CNN Turkê Erdoganî weha gotiye:
*Piştî sekna mêrxasane ya milletê me hewildana derbekirinê negiha armanca xwe.
*Milletê me li dijî derbekaran bûn yek, ez bi hemi kesên ji hemî partiyan serbilind im.
* Min li gor xala 120. pêşniyara Halê Awarte kir, Dîwana Wezîran ji bo sê mehan Halê Awarte îlan kir.
Qanûna Bingehîn
Xala 120. ‘’piştî tûndkariyeka berbelav û xerabûna rewşa asayî ya civakê awayê îlankirina Halê Awarte dîyar dike. ‘’
Pêvajo dê çawa be?
Biryar dê di rojnameya fermî de bê îlankirin.
Parlamento dê biryara pesendkirin/an pesendnekirinê bide.
Parlamento dikare wextê Halê Awarte biguhere.
Gelo çêdibe dem bê dirêjkirin?
Bi daxwaza Dîwana Wezîran her car bi qaîdeya ji 4 mehan ne zêde be Halê Awarte dikare bê îlankirin.
Kiryar û qedexeyên Halê Awarte
Di 20ê Tîrmehê de Halê Awarte hat îlankirin, tedbîrên ji bo rewşa nû li gor xala 9. ev in:
a) Qedexekirin an jî astengkirina derketina derve.
b) Qedexekirina hinek kes li hinek deran bin an kom bibin an jî wesayitên xwe bibin wan deran.
c) Kontrolkirina bedena kesan, wesayit an jî tiştên digel wan û wek delîlên sûcan destdanîna ser wan.
d) Ew kesên têdikevin cihê Halê Awarte lê heyî mecbûr in nasnameya xwe an jî belgeyeka naskirinê bi xwe re bibin.
e) Qedexekirina çapkirin, liberzêdekirin û belavkirina rojname, kovar, bangan an jî bi destûrnameyan kirina wan karan. Qedexekirina anîna rojname, kovar û bangan ji cihên Halê Awarte lê neheyî. Komkirina rojname, kovar û bangên qedexe.
f) Kontrolkirina her tiştên bi gotinan, nivîsê, wêneyan, fîlman, plakan an jî dîmenan tên belavkirin, qeytkirina wan an jî qedexekirina wan.
g) Ji bo parastina sazî û banqeyên kesên rewşa wan hessas e, daxwaza tedbîrên ewlehiya navxweyî.
h) Kontrolkirina hemî lîstikên li ser dikan tên lîstin an fîlmên tên nîşandan, pêwîst be qedexekirina wan.
i) Bi destûr jî be, qedexekirina hemî çekan.
j) Komkirin û qedexekirina her cûrreyên teqemeniyan û qedexekirina her tiştên pê teqemenî tên çêkirin.
k) Qedexekirina hatina wa kesên ku qinaeta li ser wan ew e ku ew ciwatê têk didin.
l) Kontrolkirin an jî qedexekirina têketina wan cihên divê bên parastin.
m) Qedexekirin, kontrolkirin, temaşekirin û heke pêwîst be belavkirina hemî kombûn û xwenîşandanan.
n) ... Ji bo sê mehan derêxistina karrkeran ji karên wan dê bi destûrê be.
o) Sekinandina karên komeleyan, mafê biryardana yek bi yek li ser hemî komeleyan.
(EKN/HK/MB)