Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Çîlem Dogana mêrê xwe yê bi tûndkarane tevdigerîya kuştibû, duhî ji girtîgeha Curreyê Cyê ya Tarsûsê derket.
Malbata wê, jin û rojnameger ji bo derketina wê amade bûn. Gotinên wê yên pêşiyê: ‘’Da ku mîjankên me nekevin erdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêjin bila jin nemirin.’’
Ji bo Çîlem Doganê ji ber ‘’bi zanebûnî kuştina mêrê xwe’’ cezayê heta hetayê di girtîgehê de manê standibû. Paşê ji ber tehrîkkariya ne di rê de û tevgerên canikane cezayê Çîlem Doganê bûbû 15 sal.
Dadgeha bilind duhî biryar da ku bi dayina kefareta 50 hezar [Lîreyên Tirkan] Çîlem Dogan dê serbest bê berdan.
Çi bûbû?
Ji mehên destpêkê yên zewaca Çîlem Doganê û pê ve tevgerên tûndkar li Çîlem Dodanê hatibû kirin. Zewaca çîlemê du salan dom kir. Çîlem Doganê gelek caran giliya mêrê xwe li navenda polîsan kiribû. Neh caran ji bo wê biryara parastinê hat dayin. Li ser mêrê xwe 6 doz da dest pê kirin.
Dema Çîlem hatî girtin wê gotibû ‘’ma her jin ê bêne kuştin’’ bi van gotinên xwe û bi nivîseka li ser tîşortê xwe ya ‘’ Dear Past: Thanks for all the lessons. Dear Future: I am ready (dema min a borî ya delal, ji bo hemî dersên te dayîn min mala te ava be. Delala dema bê, ez amade me.’’ )
Heştê Hezîrana 2016ê Dadgeha Cezayên Giran a Adanayê ya 10. biryar da Çîlem Dogan heta hetayê di girtîgehê de bimîne. (ÇT/MB)
*Ev gotineka taybet a Çîlem Doganê ye.