Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Reza Zarrabê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di girtîgehê de ye bi daxwaza serbestbûnê dayina kefaretê pêşniyar kiriye lê serdozgerî qebûl nekiriye.
Li gor New York Times û Bloombergê Zarrabî xwestiye 50 milyon dolaran bide.
Bila mehkûmê malê be
Zarrab li Manhattana New Yorkê di girtîgeha Metropolîtanê de ye. Parêzerê wî, Benjamîn Brafmanî ji dadgehê xwestiye ew li destpêkê 10 milyon dolaran bide û bi temamî 50 milyon dolaran bide.
Li gor nûçegihanê Hurriyetê, Razi Canikligîlî parêzerî bi vê kefaretê xwestiye Zarrab li maleka New Yorkê be ku polîs li ber deriyê wê disekine û bi seteleytê ji asîmanan ve tê kontrolkirin.
Li daxwaznameya ji bo kefaretê hat dîyarkirin ku Reza nexweş e û li rûviyên wî ‘’polip’’ hene.
Serdozgeriyê dîyar kiriye delîlên ji bo daxwaza derketina malê ‘’kêm’’ in.
Çi bûbû?
Reza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin. Zarrab dê li 16ê Hezîrana 2016ê dîsa bê dadkirin.(AS/MB)