Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sri Lankayê li sê dêran dema dêlindêza(ayîn) Paskalyayê dihat kirin, hin kesan bi bombeyan êrîş kirine. Jimara kesên bi wan êrîşan hatîn kuştin bûye 311.
Hikûmetê Rewşa Awarte îlan kiriye. 31 kesên biyanî hatine kuştin. 14 kesên biyanî jî winda ne. Du endazyarên welatiyên Tirkiyeyê yên bi navê Serhan Selçuk Nariçi û Yiğit Ali Çavuş jî mirîne.
Di êrîşan de ew kesên mirîn welatiyên 12 welatan in.
Li gor biryara Rewşa Awarte polîs û leşker dê bikarin bêyî biryara dadgehan jî welatiyan bigirin.
Piştî êrîşê derketina derve hatibû qedexekirin. Li Sri Lankayê Fileh kêmjimar in. 12 milyon welatiyên Sri Lankayê heye; ji sedî 70 bûdîst, ji sedî 12 hindû, ji sedî 10 misilman û ji sedî 7 fileh in.
(PT/MB)
Çavkanî: WP, CNN