Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hollandayê di 50 salên dawiyê de hejmara kesên ku diçin dêran kêm bûye. Ji ber vê, hejmara dêrên ku vala dimînin û derdikevin ber firotinê zêdetir bûne.
Çavlirêye ku di 12 salên pêşiya me de bi hezaran dêrên din vala bimînin.
Avahiya van dêran bi piranî dibin restoran, bar, mal, kargeh û tiştên weke van. Hinek ji wan jî tên rûxandin.
Li gorî nûçeya Yûsûf Ozkanê ji BBC tirkiyê, Herman Wesselink li ser dahatûya dêrên li Hollondayê tezekê amade dike. Wesselinkî diyar kiriye ku heta sala 2030î, nêzîkî hezar dêrên din ji ber tunebûna cemaetan wê vala bimînin.
Wesselinkî bal kişandiye ser wî tiştî ku gel di 50 salên dawiyê de ji dêrê dûr dikevin û cemaeta bawermend a dêran her diçe kal û pîr dibin. Li gorî vê rewşê jî di demeke nêzîk de ev cemaet wê biqedin.
“Êdî baweriya mirovan bi Xwedê nayê”
Wesselinkî diyar dike ku di sala 1968ê de li Hollandayê 2 milyon û 700 hezar Katolîk her hefte diçûn dêran. Ev hejmar di sala 2016ê de bûye 173 hezar. Çavlirêye ku ew ê di sala 2030î de tenê 63 hezar kes biçe dêran.
Li gorî nêrîna Televizyona Hollandayê (NOS) ev tenê ne kêşeya Katolîkan e, dêrên Protestanan jî ji ber kêmbûna cemaetan deriyên xwe digirin.
Anton va Diessen ji Dêra Sint-Clemens a li bajarê Waalwijkê gotiye ku “Ez xemgîn im, dêra me derketiye ber firotinê. Êdî baweriya mirovan bi Xwedê nayê.” (EKN/FD)