Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariyê li Çeşmeyê, navçeya Îzmîrê konên romanan rakirine.
Welatiyan gotiye ku rayedaran sozên xwe xwarine û bertek nîşanî rakirina konan dane. Her weha diyar kirine ku ev 30 sal in heman tişt diqewimin.
Li gor nûçeya ku li ser malpera gercekizmir.com-ê hatiye weşandin, kon li Girkê Şahinî ya Taxa Alaçatiyê hatibûn vekirin.
Welatiyan destnîşan kiriye ku şaredariyê soz daye wan û gotiye ew ê konteyneran ji bo wan ava bikin lê soza xwe xwarine.
Parlamenterê AKPyî peywendî li gel Wezaretê daniye
Cemal Bekle, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Îzmîrê bi rêya telefonê li gel Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê peywendî daniye.
Li gor nûçeya malpera Ege’de Son Sozê Bekleyî wiha gotiye:
“Şaredariya Çeşmeyê duh nêzîkî 100 konên welatiyên me yên roman li Çeşme Alaçatiyê rakirine. Hevdîtinên me bi berfirehî berdewam dikin. Ez ê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidim. Dema min serdana Rêzdar Fatma Varank, Alîkara Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê kir, ji bo bi lez û bez ev pirsgirêka welatiyên me çareser bibe em axivîn.” (EKN/FD)