Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku hêzên artêşa Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê û derdora wê bûne û niha ew dever di kontrola artêşa Sûriyê de ye.
Li gor daxuyaniyê, hêzên polîsê leşkerî yê Rûsyayê jî li ser xeta cudaker a navbera hêzên Tirkiye û hêzên Sûriyeyê hatine bicihkirin û dewriyeyan pêk tînin. Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku parastina sînorê welat ji erkên artêşa Sûriyeyê ye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî ragihandiye, Rûsyayê glopa kesk ji operasyona Tirkiyê re vênexistiye û ew piştgirî li operasyona serbazî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê nakin.
Li gor daxuyaniya heman wezaretê, êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bakurê Sûriyeyê nayê qebûlkirin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Wezareta Berevaniya Rûsyayê gotiye, ew rê nadin ku di navbera hêzên artêşa Sûriyê û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derkeve. (PT/FD)