İnfografik: Yagmur Karagoz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên ku bianetê ji nûçeyên rojnameyên herêmî û neteweyî ji ajans û malperan berhev kirîn mêran di meha Gulanê de, herî kêm 27 jin kuştine. Jinek ji wan trans bûye. Mêran her weha tundkarî li 53 jinan kiriye.
Mêran di sê pênc destpêkê yên sala 2019ê de 126 jin kuştine.
Ev hejmar di pênc mehên destpêkê yên sala 2018ê herî kêm 97 bû. Di heman demê de mêran heft zarok jî kuştibîn. Teciwaz li 30 jinan, taciz li 89 jinan kiribû. Bi darê zorê karê seksê li 280 jinan kiribû. 177 zarokên keç rastî istismara zayendî ya mêran hatibû û mêran 185 jin birîndar kiribû.
Mêrên ku di meha Gulanê de herî kêm tecawiz li sê jinan kiriye, bi darê zorê karê seksê li 64 jinan daye kirin. Mêran her wiha istismara zayendî li 39 zarokan kiriye û taciz li 28 jinan kiriye.
Di heman mehê de mirina 6 jinan (Enqere, Rize, Konya, Ordu, Tekirdag, Denizli) bi şik û guman bûye.
Mêran kiriye ku du jin (Sakarya, Denizli) xwe bikujin. Xwekuştina herî kêm çar jinan (Amed, Nigde, İzmir, Elazıg) jî di çapemeniyê de weke mirinên “biguman” hatine nivîsandin.
Li Stenbolê û Şirnexê laşê du jinan hatiye dîtin (Di çapemeniyê de ev kuştin weke kuştinên failên wan ne diyar hatiye nivîsandin. Jina li Stenbolê di wesayîtekê de hatiye dîtin ku hatiye şewitandin. Navê jina ku laşê wê li Şirnexê hatiye dîtin, Aslihan U. bû ye).
Kuştin
Mêran di meha Gulana 2019ê de herî kêm 27 jin kuştine. Mêran di Gulana 2018ê de herî kêm 25 jin kuştibûn.
Jineke ku hatiye kuştin trans (Antalya) bûye, herî kêm sê jin digel biryara parastina wan, hatine kuştin.
Navê jinên ku hatine kuştin
Anneliese I.G., Ayşe Özlem B., Ayşe Zeynep P., Ayşenur E., Billur C., Dilek Z., Esra T., Fatma Y., Feride G., Fındık Ş. Gizem T., Gökçe S., Gülşen G., Hatice D., Hüsniye I., Merve Ü., Müzeyyen B.I., Nergis Y., Özgü O., Sakine O., Seher Ö., Sevdiye T., Songül D., Sultan S., Ulviye D., Zehra Ç., Zeynep K.
Bajarên ku bûyerên kuştinê lê çêbûne
Afyon (1), Antalya (2), Aydın (2), Bartın (1), Çewlig (1), Dêrsim (1), Amed (2), Îdir (1), Stenbol (3), İzmir (2), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Mereş (1), Nigde (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (1), Tekirdag (1), Uşak (1).
Mêran herî kêm sê jin ji ber ku xwestiye “veqete/ji hev cuda bibin” kuştine, sê jin jî bi sedema “hesûdiyê” kuştiye. Jinek ji ber ku xwestiye biçe bazarê, yek bi sedema ku nexwestiye kurê xwe bibe parkê ji hêla mêran ve hatiye kuştin. Mêran jinek bi sedema ku malbata wê nehiştiye bi hev re bizewicin, kuştiye. Sedema kuştina 17 jinên ku mêran ew kuştine, di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêr/mêrê berê yê 14 jinan, kurê du jinan, xwezûrê jinekê, xwarzê/biraziyê jinekê ew kuştine. Naskirin an jî nenaskirina mêrên ku sê jin kuştine, di çapemeniyê de nehatiye nivisandin.
Mêran 15 jin li malan, pênc jin li qadên civakî (yek li nava avahiyekê, du li mêrgan, du li kolanan, yek li kargehê) kuştine. Cihê ku 7 jin lê hatine kuştin di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran 15 jin bi cûreyên çekên gulexwar, heft jin bi kêr û yên weke wê kuştine. Mêran sê jin xeniqandiye û ew kuştine, yek jî ji ser avahiyê avêtine û kuştine. Mêran piştî ku jinek kuştine, mala wê jî şewitandine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku bê mêran jinek çawa kuştiye.
Pêvajoya hiquqî
Di meha Gulanê de herî kêm 32 mêr bûne failên kuştina jinan. Neh ji wan hatine girtin. Di çapemeniyê de hatiye nivisandin ku 15 ji wan “hatiye desteserkirin”, yek “hatiye zeftkirin, yek “reviya ye”. Şeş mêran xwestiye ku xwe bikujin, çar ji wan mirine.
Kuştinên ku di demên berê de mêran pêk aniye lê di Gulana 2019ê de çapemeniyê belav kiriye wiha ne:
* Li Antalyayê di 30ê Nîsanê de bi sedema ku wê bi kesekî din re bizewice, mêrê wê yê berê yê bi navê V. Y. ew li ber mala wê kêr kiriye. Gulhanim D. li nexweşxaneyê miriye. V. Y. hatiye girtin.
* Li Kayseriyê H. B. yî destgirtiya xwe ya ku gotiye ez ducanî me kuştiye. Ev bûyer di sala 2006ê de pêk hatiye. Bi hinceta ku Toker, jina ku hatiye kuştin winda bûye biryara lêgerînê hatiye derxistin. Piştî wê derketiye holê ku H. B. yî ew kuştiye û ev bûyer di encama vê de di çapemeniyê de hatiye weşandin.
* Li Yalovayê V. M. (56) û mêrê wê M.M. (71) bi sedema ku bêyî bizewice ducanî maye, xwarziya xwe S. Ç. kuştine. Bavê S. Ç. yê S. K. yî (71) kiriye ku keça wî bê kuştin. Bûyer di sala 1994ê de qewimî ye. Piştî ku fail hatine dîtin çapemeniyê bûyer ragihandiye. S.K., V.M., M.M. û bixaltiyê keçikê T.M. (51) hatine girtin..
Kuştina zarokan- tundkariya li zarokan
Mêran di meha Gulanê de herî kêm sê zarok kuştine. Di dema ku mêran li dêyên wan dida her sê zarok jî di li gel dêya xwe bûne Her weha li Edeneyê D.A-yî (22) li malê li xwuşka xwe ya bi navê B.A. (7) daye. Li Stenbolê mêrekî wesayit ajotiye li ser zarokekî/ê û derb lê xistiye.
Navê zarokên ku hatine kuştin
A.D., Efkan B., K.K
Bûyerên ku bûyerên kuştina zarokan lê çêbûne
Çewlig (1), Îzmîr (2)
Tecawiz
Mêran di meha Gulanê de herî kêm tecawiz li sê jinan kiriye. Di Gulana 2018ê de ev hejmar çar bû.
Rêveberekî û destgirtiyekî du jinan tecawiz li wan kiriye. Naskirin an jî nenaskirina mêrekî ku tecawiz li jinekê kiriye, di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran, li malê û li kargehê tecawiz li du jinan kiriye. Cihê tecawiza li jinekê di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin. Bûyereke tecawizê di encama hewldana xwekuştina jinekê de derketiye holê.
Bajarên ku tecawiz lê hatine kirin:
Denizli (1), İzmir (1), Tekirdag (1).
Pêvajoya hiqûqî
Sê mêr bûne failê tecawiza li jinan
Du ji wan hatine desteserkirin, lêpirsînname ji bo mêrekî hatiye amadekirin.
Karê seksê yê bi zorê
Mêran di meha Gulanê de bi darê zorê karê seksê li 64 jinan daye kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 51 bû. Ji 64 jinên karê seksê bi zorê lê hatîn kirin, 61 jin ne ji Tirkiyeyê bûne.
Mêran ya kêm 40 jin xapandine, ji wan re îdia kirine ku ew ê karekê ji wan re bibîne, paşê dest daniye ser peseporta wan û ew ji bo karê seksê mecbûr kirine.
Pêvajoya hiqûqî
50 bersûcên vî sûcî hebûn. Di nav wan de jin jî hebûne. 27 fail hatine girtin. Li gor nûçeyan 5 fail hatine desteserkirin.
14 fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Çar kes hatine berdan. Di nav wan kesan da navê kesekî di qeyda sûcdarîyê de hebûye.
Taciz
Mêran di meha Gulanê de ya kêm taciz li 28 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev jimar 14 bûye. Yek ji jinên ku taciz lê hatiye kirin kêmendam bûye.
Mêrên ne nasên 20 jinan taciz li wan kiriye, ajovanê otobêsekê taciz li jinekê kiriye.Kesekê ji xwe re gotî “ez pêxember im” taciz li du jinan kiriye. Hevkarê jinekê taciz lê kiriye. Polîsekî û dadgerekî taciz li du jinan kiriye.
Mêran ya kêm bi gotinan û dirêjkirina destê xwe taciz li 19 jinan kiriye. Mêrekî midaxeleyî dirêjiya tîka jinekê kiriye û bi vî awayî ew taciz kiriye.
Bajarên ku mêran lê jin taciz kirine
Edene (1), Enqere (8), Antalya (1), (1), Bursa (1), Amed (1), Erzirûm (1), Stenbol (5),
Mêrsîn (1), Nevşehir(1), Sakarya (3), Samsun (2), Şirnex (1).
Pêvajoya hiqûqî
22 mêran taciz kiriye. Du ji wan hatine desteserkirin. Yek bi sûcekê dî hatiye girtin. Pênc fail piştî desteserkirinê serbest hatine berdan. Dadgerekê fail ji karê xwe hatiye durxistin.
Îstîsmara Zarokan
Mêran di meha Gulanê de ya kêm îstismara zayendî li 39 zarokan kiriye. Di nav wan zarokan de zarokên kur jî hebûne. Par di heman mehê da ev jimar 51 bûye. Mêrên ne nasên 10 zarokan, melayê 9 zarokan, karkerê kantîna dibistana heft zarokan, dersdarê du zarokan, bavê zarokekî, bapîrê zarokekî taciz li wan kiriye.
Dersdarê rêber bûyereka îstismara zayendî eşkere kiriye. Malbatan ya kêm çar bûyer eşkere kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Ji 19 failan ya kêm 10 fail hatine girtin. Heşt fail hatine desteserkirin.
Bajarên ku zarok lê hatine îstismarkirin.
Dîlok (1), Semsûr (3), Antalya (2), Aydın (1), Denizli (3), Düzce (1), Edirne (1) Giresun (1), Stenbol (1), İzmir (1), Kırklareli (7), Manisa ( 3), Osmaniye (1), Şirnex (1),Tekirdağ (1), Urfa (2), Van (9)
Tundkarî-Brîndarkirin
Mêran ya kêm 53 jin brîndar kirine, tundkarî li wan kirine. Par di heman mehê de ev jimar 44 bûye.
Mêran dema tûndkarî li jinan kirîn di heman demê de tûndkarî li du zarokên li rexa wan jî kiriye.
Mêrê berê yê ya kêm 28 jinan, yar/yarên berê/nîşanî yên 11 jinan tûndkarî li wan kiriye.
Li gor nûçeyan, 5 mêrên tûndkarî li jinan kirîn “nasên jinan” bûye. Hevalê jinekê, xwediyê şirketa jinekê lê kar dikir, cîranê jinekê tûndkarî lê kiriye. Du jinan ji ber ku qebûl nekiriye bibin yarê du mêran wan tûndkarî lê kiriye. Ya kêm pênc jinan xwestiye ji mêran cida bibin. Wan tûndkarî li jinan kiriye. Mêrekî jinek bi hêceta wê dengê bilind derêxistiye ew hingavtiye.
Pêvajoya hiqûqî
Şeş fail hatine girtin. Heft fail hatine desteserkirin. Jinan gilîy adu failan nekiriye. Bi sûcên “heqaret” û “tehdîd”ê doz li failekî hatiye vekirin. Mêrên xizmên du jinan du mêrên failên tûndkarîya wan kuştine.
(EMK/MB/FD)