Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Utrechtê yê Holandayê, kesekî bi çekan êrîş kiriye, sê kes mirine. Polîsan dora cihê bûyerê girtiye.
Polîsên Utrechtê diyar kiriye ku êrîş di 10.45ê de hatiye kirin û gelek kes birîndar bûne. Herweha polîsan diyar kiriye ku ew lêpirsînên xwe jî didomînin.
A shooting occurred on the #24oktoberplein in #Utrecht. The incident has been reported at 10.45 hour. Multiple people have been injured. The surrounding area has been cordoned off and we are investigating the matter.
— Politie Utrecht (@PolitieUtrecht) 18 Mart 2019
Çêdibe Êrîşeka terorî be
Polîsên Utrechtê li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kiriye ku çêdibe êrîşeka terorî be.
Polîs li seranserî bajarî li gumanbarî/ê digerin. Polîsan herweha bi helîkopteran jî ji asîmanan ve dest bi lêgerînê kiriye.
Seferên tramvayan yên bajarî hatine sekirnandin.
Hikûmeta Hollandayê dê bi "rojeva bilez" bicive.
Polîs li seranserî bajarî li gumanbarî/ê digerin. Polîsan herweha bi helîkopteran jî ji asîmanan ve dest bi lêgerînê kiriye.
Seferên tramvayan yên bajarî hatine sekirnandin.
Hikûmeta Hollandayê dê bi "rojeva bilez" bicive.
Li gor nûçeyeka RTLyê serokwezîrê Hollandayê, Mark Rutteyî gotiye ew ji ber êrîşê gelek di fikarê de ne.
Yek ji şahidên bûyerê gotiye "hima mêrek rabû û bi awayekê hovane li derdora xwe reşand."
Piştî êrîşê deriyê hemî dibistanan hatiye girtin.
Polîsan li ber deriyê mizgeftan dest bi girtina nobetê kiriye.
Gumanbarê êrîşê kesekê esil-tirk e
Li gor nûçeyeka Reutersê kesekê 37 salî yê esil-tirk wek gumanbarê êrîşê hatiye girtin. Navê gumanbarî Gokmen Taniş e. Polîsên Hollandayê wêneyên gumanbarî weşandiye û ji welatiyan xwestiye kesên wî bibînin bila hêzên ewlehiyê agehdar bikin.
Li gor agahiyên destkeftî polîsan dora malekê girtiye. Ew difikirin ku êrîşkar di wê malê de ye.
"Ji Yozgatê ye"
Karsazekê li bajarê Ultrechê dijî ji BBC Turkçeyê re gotiye êrîşkarê bi navê Gokmen Taniş 2yê Tirmeha 1981ê li bajarê Yozgatê yê Tirkiyeyê hatiye dinê.
(PT/MB)