Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ji bo şerê li Sûriyeyê diyar kir ku “Sala 2018ê ji bo zarokan bûye sala herî dijwar”.
Henrietta Fore, Dîrektora Giştî ya UNICEFê bang li civaka navnetewî kiriye û gotiye ku divê derbarê parastina zarokên sûriyeyî de çareseriyeke mayinde bê dîtin. Fore-ê gotiye ku daxuyaniyên dibêjin li Sûriyeyê şer bilez û bez ber bi dawîbûnê de diçin, ne rast in:
“Tenê di sala 2018ê de ji ber pevçûnan hezar û 106 zarok mirine û ev ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha hejmara herî zêde ye di salekê de hatiye bi dest xistin. Neteweyên Yekgirtî (NY) ev hejmar pesend kiriye. Lê hejmara rast ihtimaleke mezin ji vê gelekî zêdetir e”.
Fore-ê destnîşan kiriye ku sedema sereke ya mirina zarokan bicihkirina mayînan e û par 434 zarok ji ber van teqemeniyên ku neteqiyane çêbûne. Fore-ê wiha berdewam kiriye:
“Di sala 2018ê de herweha 262 êrîşên li ser saziyên perwerde û tenduristiyê de çêbûne.
“Rewşa Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi taybetî min dixe nafa fikaran. Di encama bûyerên tundkariyê yên li vir zêde bûne de, di çend hefteyên dawiyê de 59 zarok mirine”.
Rewşa zarokên milîtanên biyanî nayê zanîn
Dîrektora giştî derbarê zarokên milîtanên biyanî de jî wiha gotiye:
“Aqûbeta zarokên milîtanên biyanî yên li Sûriyeyê hîn nayê zanîn. UNICEF bang li dewletên endam dike ku berpirsiyariya zarok an jî zarokên welatiyên xwe bigirin ser xwe û ji bo ev zarok nebin kesên ne di bin parastina dewletekê de hewl bidin”. (AO/FD)