Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUİK) di malpera xwe ya fermî de îstatîstîkên girtîgehan ên sala 2017an belav kiriye.
Li gor daneyan, ji 31ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2017an ve, 232 hezar û 340 kes di girtîgehan de ne. Li gor daneyên nefermî ev hejmar niha ji 250 hezar kesî zêdetir e.
Hejmara kesên ku di girtîgehê de ne li gor sala 2016an ji sedî 15,7 zêde bûye. Girtîgehên li Tirkiyeyê dikare 211 hezar kesî ragire
Ji sedî 95,7ê girtiyan mêr in
Li gor rapora TUİKê, heta sala 2017an ji sedî 95,7 girtiyan mêr bûne, ji sedî 4,3ê jî jin bûne. Li gor vê rêjeye jî 9 hezar û 990 jin, 222 hezar 350 mêr di girtîgehan de ne.
Ji sedî 65,9 van kesan ceza xweriye û ji sedî 34,1 jî girtî ne lê hê ceza nexwarine. Ev tê wê wateyê ku di girtîgehan de 153 hezar û 112 kes ceza xweriye û nêzîkî 80 hezar kes jî girtî ne.
Li gor daneyan li Tirkiyeyê ji her 100 hezarî kesî 288 kes di girtîgehan de ne.
2 hezar û 56 zarok girtî ne
Li gor raporê, “Rêjeya kesên di dema cezaxwarinê de hê zarok bûne, li gor sala derbasbûyî ji sedî 109,4 zêdebûye. Yanî hejmara wan digihêje 2 hezar û 56 kesî. Rêjeya kesên di dema zaroktiyê de tawanek kirine, ji sedî 28,3 zêdebû ye û hejmara wan bûye 11 hezar 805 kes.”
Di 24ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018an de konferanseke bi navê Alternatîfên Girtîgehan pêkhatibû. Di wê konferansê de ji Rêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dad rêveber Fatîh Gungorî diyarkiri bû ku di girtîgehan de nêzîkî 3 hezar zarok hene. Herweha gotibû 16 hezar zarok jî bi li gorî kontrola edlî hatine berdan û darizandina wan berdewam dike.(OI/AS/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.