Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herîmê ya Stenbolê 4 sal û 8 meh cezayê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pesend kiriye. Biryara pesendkirina cezayê Demîrtaşê beriya ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bê hatiye dayîn. DMMEyê biryar girtibû ku Demîrtaş “demildest bê berdan”.
Demîrtaş êdî weke kesekî ku ceza lê hatiye birîn wê di girtîgehê de bimîne.
Di heman dozê de 3 sal û 6 meh cezayê girtine yê Sirri Sureyya Onderî jî hatiye pesendkirin.
Mahsûnî Karaman, parêzerê Demîrtaşî ji bianetê re got ku pesendkirina biryarê, pesendkirina binpêkirina mafên Demîrtaşî ye. DMMEyê di biryara xwe de gotibû li gorî xala 18ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) “girtina Demîrtaşî di encama biryareke siyasî de çêbûye”. (AS/FD)