Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan piştî desteserkirina zêdetirî 150 kesan, ji bo heman lêpirsînê edîtora kovara Demokratîk Modernîteyê ya berê, Servet Oner desteser kiriye.
Ji bo heman lêpirsînê şeş rojnameger hatibûn desteserkirin. Dadgeheka Amedê biryara girtina Kibriye Evrenê(Jin News) daye. Abdurrahman Gök(Ajansa Mezopotamyayê), Esra Solin Dal(Ajansa Mezopotamyayê), Semiha Alankuş(Yeni Yaşam) û Cihan Olmez desteserkirî ne.
Bixwîne - Polisan rojnameger û siyasetmedar desteser kirine
Rojnamegeran mafê xwe yê bersivnedanê bi kar anîne. Ew bi wê yekê têne sûcdarkirin ku 8-9ê Îlonê li Kongreya Civakên Demokratîk beşdarî çalakiyên Tevgera Jinên Azad bûne.
Wezareta Karên Navxweyî: Li 8 bajaran...
Wezareta Karên Navxweyî 9ê Çiriya Pêşiyê bi daxuyaniyekê daye zanîn ku li 8 bajaran 90 kes hatine desteserkirin. Li gor daxuyaniyê “ji bo astengkirina kiriyerên PKK/KCKyê” operasyon hatiye kirin.
23 kesên desteserkirî hatine berdan
Polîsan ji bo lêpirsînên dewam dike li 9 bajaran ji sedan zêdetir kes desteser kiribûn, 10ê Çiriya Pêşiyê 23 kes ji wan hatin berdan.
Navê wan kesên hatîn berdan ev in:
Neslihan Karacadağ, Leyla Tekdağ, Engin Karabayiğit, Şehmus Karayıl (HDP), Muazzez Canpolat (HDP), Nalan Özaydın (TUHAD-FED), Veysel Özekti (BTS), Fuat Özdemir (Tüm Bel-Sen), Habibe Ekinci, Halise Yavuz, Pınar Sıraç Kalkan, Ruken Koyun, Ayşe Koyun, Necla Tanrış, Naci Tanrıkulu, Hanım Biçimli, Ruken Akçan, Lamia Kumral, Emel Özgen û Zehra Özdemir. Navê sê kesên ku hatine berdan, nehatiye zanîn.
(EMK/MB)
*Me agahiyên di vê nûçeyê de ji JinNewsê berhev kirine.