Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cendirmeyan li Çeneqeleyê ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona li ser Efrînê çar kes desteser kirin, kesek reviya. Li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê jî polîsan kesek desteser kir.
Ew kesên li medyaya civakî, şîrove parvekirîn bi sûcên “propagandaya ji bo PKK/KCDyê(Partiya Karkerên Kurdistanê)” û “heqareta li serokkomarî” têne sûcdarkirin.
Bixwîne - 449 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine desteserkirin
Wezareta Navxweyî diyar kiriye ku di navbera 29ê Kanûna Paşiyê û 5ê Sibatê de lêkolîna 934 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û ji bo 260 hesaban biryara lêpirsînê hatiye dayin.(AS/MB)
Wêne: İpek Yavaş – Çeneqele / DHA