Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Civîna duyemîn a doza weşandina dîmenên derbarê TIRên Rêxistina Istixbarata Milî (MİT) de li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çû ku Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Enîs Berberoglû, nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Erdem Gul û rojnameger Can Dundarî di çarçoveya dozê de tên dadgehkirin.
Mehmet Yeşîlkaya Dozgerê Komarî derbarê dozê de nêrîna xwe anî ziman û ji bo Berbeoglû, Gul û Dundarî bi îdiaya ku “her çiqasî ne endamên rêxistinê ne lê bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirine” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtinê xwest.
Alî Îhsan Horasan serokê heyeta dadgehê û endamên heyetê Arîf Ataman û Sonat Guvençî biryar girtin ku doz 24ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê berdewam bike.
Doza xebatkarên rojnameya Aydinlikê hat cudakirin
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doza ku ji ber weşana derbarê TIRên MİTê de ya li hemberî rojnameya Aydinlikê hatibû vekirin û ya Gul, Dundar û Berberoglûyî ku weke doza “alîkariya bi rêxistina FETOyê re” hatiye binavkirin kiribû yek doz.
Li ser daxwaza parêzerên Berberoglûyî doza İlker Yucel û Ceyhûn Bozkûrt xebatkarên rojnameya Aydinlikê ji ya Gul, Dundar û Berberoglûyî hat cudakirin.
Ji bo Yucel û Bozkurtî bi hinceta ku “zanyariyên derbarê berjewendiyên siyasî û ewlehiya dewletê yên divê nepenî bimînin aşkere kirine” ji 5 salan heta 10 salan ceza tê xwestin.
Ji bo Berberoglûyî cezayê muebetê tê xwestin
Piştî ku 25 sal cezayê girtinê yê li Berberoglûyî hatibû birîn ji hêla dadgehê ve hat xerakirin, doza wî di 1ê Kanûna Pêşiyê de li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî careke din bi rê ve çûbû. Dozgerî di dozê de bi hinceta ku Berberoglûyî “bi armanca sîxurtiya leşkerî yan jî siyasî ew zanyarî par ve kiriye ku ji bo berjewendiya siyasî ya derve û hundir yan jî ewlehiya dewletê diviyabû nepenî bimînin” cezayê muebetê yê girtinê xwestibû.
Doza Berberoglûyî wê di 16yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê berdewam bike. (EKN/FD)