Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku serokê Partiya Komarê ya Gelî(CHP), Kemal Kiliçdaroglûyî heqaret li wî kiriye. Li ser vê yekê Erdoganî giliya Kiliçdaroglûyî kiriye.
Erdoganî di gilînameyê de eşkere kiriye ku Kiliçdaroglûyî li “Civîna Jinan ya Aştî û Edaletê” heqaret li wî kiriye.
Bixwîne - CHPyê belgeyên Girava Manê li çapemeniyê belav kirin
Ji ber ku Kiliçdaroglûyî dekontên şandina pereyan eşkere kiribûn û diyar kiribû endamên malbata Erdoganî ji bo nedana bacê pere şandine welatên bêbac, Erdoganî doz li Kiliçdaroglûyî vekiribû.
Îdiayên Kiliçdaroglûyî
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî dekontên şandina pereyan nîşan dan û îdia kir malbata serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bacê kêm bide pere şandine dewleteka bi navê Manê.
Bixwîne - Erdogan: Kiliçdaroglû wê bedela vî tiştî bide
Di “Belgeyên Biheştê” de eşkere bûbû ku gelek sermayedaran ji bo bacê gelek kêm bidin pereyên xwe şandine dewletên bacê kêm distînin. Sermayedaran bi vî awayî gelek pereyên divîya wek bac bidayan nedane.
Li gor Kiliçdaroglûyî, kesek bi navê Sitki Ayan li Manê şirketeka sermayeya wê 1 sterlîn a bi navê Belbey vekiriye û endamên malbata Erdoganî pereyên xwe ji bo wê şirketê rêkirine.
* Di 15.12.2011ê de, zavayê Erdoganî, Ziya Ilgenî 2,5 milyon Dolar ji bo Belbeyê şandiye.
* Di 15.12.2011ê de Mustafa Erdoganê birayê Recep Tayyîp Erdoganî 2,5 milyon Dolar ji bo Belbeyê şandiye. Mustafa Erdogan di 26.12.2011ê de milyonek û 250 hezar Dolar şandine.
*Kurê Recep Tayyîp Erdoganî, Ahmet Burak Erdoganî di 29.12.2011ê de milyonek û 400 hezar di 04.01.2012ê de 2 milyon û 300 hezar dolar şandine.(AS/MB)