Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Senatoya DYAyê piştî 40 salan careke din “karbidestiya nukleerê” ya Serokê DYAyê nîqaş kir.
Mijar di civîna Komîteya Karên Derve ya Senatoya DYAyê de hat rojevê. Komisyon li ser fermana bikaranîna hêza nukleer a li hemberî welatekî din a Serokê DYAyê kom bûbû.
Erka nukleerê ya Serokê DYAyê herî dawî 40 sal berê li Kongreyê hatibû lêkolînkirin ku dema Şerê Sar a bi Yekîtiyên Sowyetê re bû. Li Kongreyê civîna herî dawî ya di vê mijarê de Adara 1976ê çêbûbû.
“Serokê DYAyê gelekê bêhevseng e”
Chris Murphy Senatorê Demokrat ê Connecticut di Komîteya Karên Derve ya Senatoyê de derbarê Donald Trump Serokê DYAyê de gelekî hişk axivî:
“Ji ber ku Serokê DYAyê gelekî bêhevseng û guherbar e em bi endîşe ne. Pêvajoya biryardayîna wî xeyalperest e û dibe ku li dijî berjewendiyên netewî yên DYAyê fermana êrîşa çekên nukleerê bide”.
“Dijminên me ji nêz ve me dişopînin”
Li ser vê axavtinê Komarparêzan bersiv dan. Marco Rubio Senatorê Komarparêz ji Floridayê û endamê Komîteyê got ku ji bo civîna navborî li derve “weke nîşaneya kêmasiyeke derbarê kapasîteya bikaranîna çekên nukleer ên DYAyê” neyê nirxandin divê di van mijaran de hesas tevbigerin. Rubio got, “Dijminên me ji nêz ve me dişopînin.”
Serokê Komîteyê Senatorê Komarparêz ji Tennesseeyê Bob Corkerî jî diyar kir ku ji ber tevgerên Trump ên nayên pêşbînîkirin gelek nûnerên Kongreyê bi endîşe ne. Corker di daxuyaniya xwe ya meha Çiriya Pêşiyê de gotibû ku Trump DYAyê ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyem de dibe.
Trump meha Îlonê di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de axivî bû û Kim Jong-unî Serokê Koreya Bakur weke “mêrê roket” bi nav kiribû û gotibû ku “Heke ku hewce bike ew ê vî welatî bi temamî ji holê rakin.”
“Li hemberi ihtimala êrîşên li ser DYAyê tedbîr…”
Robert Kehler Orgeneralê ku ji Hêzên Hewayî teqawidbûyî û di dema Obamayî de cebilxaneyên nukleer ên welat kontrol dikir sîstem bi van gotinan aşkere kir; “Ev sîstemeke wiha ye ku ji hêla mirovan ve tê kontrolkirin. Ti tiş ne bi rengê otomatîk dibin.”
Li gorî nêrîna Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê Brian McKeonî dema di çarçoveya Destûra Bingehîn de li erka bikaranîna çekên nukleer a Serokî dinêrin ev tê wateya şer. McKeonî got ku biryara şerî jî bi biryara Kongreyê tê standin.
Demokratan ji bo erêkirina Kongreyê pêşnûme amade kirin
Piştî axavtina McKeonî Demokratan pêşnûmeyek amade kirin ku Serok beriya êrîşa nukleerî çêbike divê deklarasyona ragihandina şer ji Kongreyê bistîne. Lê Komarparêz ji wî tiştî endîşe dikin ku li cîhanê bandoreke neyênî li ser jêvegerandin a nukleer û melekeya bersivdana gefan a Amerîkayê çêbike. (HK/FD)
* Çavkanî: Dengê Amerîka, AA, BBC