Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Zarokan dê li 9-16ê Çiriya Paşiyê de li enqereyê bê pêkanîn.
Mîhrîcanê Sînetopya û Şaredariya Çankayayê pêk tîne. Sînetopya di sala 2010ê de hatiye pêkanîn. Endamên wê ji akademîsyen, pratîsyenên sînemayê û dildaran pêk tê.
Bixwîne – Nûçeyên li ser zarokan
Derhênerên xwemalî û yên ji welatên dî dê beşdarî mihrîcanê bibin. Mijarên axiftinê dê edebiyat, sînema û zarok bin. Li ser cihê sînemayê yê li Tirkiyeyê û li dinyayê giftogo dê bêne kirin.
Koroya 1000 Çocuk(Zarok) dê konserekê bide.
Derûnînas dê beşdar bibin
Derûnînas û pisporên perwerdeya zarokan dê beşdarî mîhrîcanê bibin.
Zarok dê ne bi tenê beşdarî mîhrîcanê bibin ew ê bibin beşek ji pêkanîna wê jî. Koordînatora Sînetopyayê Şebnem Aktolgayê eşkere kir heta niho fîlmên zarokan ne ew fîlm bûn ku bi çavê zarokan li wan hatiye nêrîn.
(AO/HK/MB)