Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji beriya du salan di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê de li Enqereyê 102 kes hatin kuştin. Îro duyemîn salvegera wê rojê ye.
Bixwîne - Du sal borîn, 30 birîndar hê jî têne dermankirin
Komek welatîyan li Enqereyê xwest bimeşin cihê 102 kes lê hatibûn kuştin, polîsan êrîşî welatiyan kir.
Polîsan ji serê sibeyê ve ber deriyê Ankara Gariyê û rêyên diçin wê derê girtine.
Gellek polîsan û pisporên bombeyan cihê bûyerê kontrol kir. 100 kesên li Meydana Sihhîyeyê kom bûyîn xwestine biçin cihê bûyerê. Polîsan diyar kiriye ku qedexe ye. Hin kesan dema ku xwestine bimeşin polîsan êrîş kiriye.(EKN/MB)
Wêne: Twitter