Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê biryar girt ku Tirkiyê bixwe bin kontrola siyasî.
Li Strazburgê di Cıvata Giştî ya Dema Bihara 2017ê ya MPKEyê de rapora bi navê “Li Tirkiyê Karkirina Saziyên Demokratîk” hat nîqaşkirin û ji bo pêşnûmeya biryarê ya pêveka raporê hilbijartin hat kirin.
Di encama dengdayinê de biryara kontrola siyasî ji bo Tirkiyê li hemberî 45 dengan bi 113 dengah ve hat qebûlkirin. 12 kes dengên bêalî bikar anî.
Rapor di Hezîrana 2016an de hatibû pêşkêşkirin
Raportorên Tirkiyê yên MPKEyê Marianne Mikko ya Estonyayî û Ingebjorg Goskesen ê Norwecî rapor di 22ê Hezîrana 2016an de pêşkêş kiribûn.
Tirkiye di 2004ê de ji pêvajoya kontrola siyasî hatibû derketin lê bi vê biryarê careke din ket bin kontrola siyasî.
Piştî pêşketinên hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û Referandûma 16ê Nîsanê 6 xalên din li vê rapora ku di hezîranê de hatibû pêşkêşkirin hatin zêde kirin. (HK/FD)