Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Serfermandarê Sûriyê, hêzên hevpeymana navdewletê yên bi serpereştiya DYAYê li dijî DAIŞê şer dikin, li bajarê Dêra Zorê li depoyeke çekên kimyewî ya DAIŞê dan.
Li gorî nûçeya Stupnik Newsê di encama êrîşê de bi sedan sivîl mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş dide xuyakirin ku di destê DAIŞê de çekên kimyewî hene.
Daxuyanî piştî wan îdiayan hat ku di rojên dawî de dihate gotin rêveberiya Sûriyê çekên kimyewî bikar aniye.
Duh di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de pêşnûmeyek ji hêla DYA, Îngiltere û Fransayê ve hatibû pêşkêşkirin û di vê pêşnûmeyê de ji ber ku çekên kimyewî bikar aniye rêveberiya Sûriyê şermezar dihat şermezar kirin û ji bo lêkolîna bûyerê banga hevkariyê dihate kirin. Lê ev pêşnûme ji hêla Rûsyayê ve hatibû vetokirin. (YY/FD)