Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Vatîkanê bi awayekî fermî Dewleta Filîstînê qebûl kir, niha jî Konsulxaneya Filîstînê lê hat vekirin.
Li gorî nûçeya Ovgu Pinara ji BCC Tirkiyê lîderê Filîstînê Mehmût Ebas duh çû Vatîkanê û ligel Papa Fracesco re hevdîtin pêk anî. Piştî wê hevdîtinê Abbas bi merasîmek ve Konsulxaneya Dewleta Filîstînê ya li Vatîkanê vekir.
Mehmû Ebas di wê merasîmê de axivî û got: “Ev yek nîşaneya aştîxwaziya Papayê ye ku ew ji gelê Filîstînê hez dike. Em hêvî dikin ku welatên din jî Vatîkanê ji xwe re weke mînak bigirin û dewletbûna Filîstînê qebûl bikin.
Vatîkan bi peymana di 2015an de hatibû danîn ve dewletbûna Filîstînê qebûl kir û ew peyman di 2016an de kete meriyetê.
(ÇT/YO)