Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Medyaya Amerîkayê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG jî di nav de ye, wê di nav Operasyona Reqayê de cih bigire û Serokê Amerîkayê Barack Obama vê yekê ji rayedarên tirk re jî gotiye.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton B. Carter daxuyand ku li dijî DAIŞê Operasyona Reqayê wê di nav çend hefteyan de destpê bike.
Ji Washington Postê Missy Ryan û Karen DeYoung di nûçeya xwe ya ku çavjamiya wan rayedarên amerikî ne, gotin ku li gorî biryara hatiye dayîn Hêzên Sûriya Demokratîk di Operasyona Reqayê de wê bi awayekî sereke cih bigire û bajêr dorpêç bike.
Amerîkayê jî ji Tirkiyeyê re gotiye ku eger qebûl dike bi vî awayî ew jî dijare tevli operasyonê bibe, eger qebûl neke dê nikaribe di operasyonê de cih bigire.
Erdogan: Pêwistiya me bi YPGê nîn e
Erdogan hefteya borî di derbarê hevdîtina xwe ya bi Obama re de wiha gotibû: “Ti pêwisiyeke me bi rêxistinên weke PYD-YPGê re nîn e. Werin em bi hev re DAIŞê ji Reqayê derxînin.”
“Dixwazin li rexê Tirkiyeyê dewwleteke terorî ava bikin. Lêbelê Tirkiye destûr nade ji vê yekê re.”
(AS/YO)