Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsan hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli desteser kirine.
Ajansa Anadolûyê ragihand ku sebeba desteserkirina wan lêpirsîna PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) ye.
Gultan Kişanakê li Parlamena Tirkiyeyê( li Enqereyê) piştî ku ji Lijneya Derbeyê re axivîye ji bo vegera Amedê çûye balafirgehê û li wê derê hatiye desteserkirin.
Firat Anli li mala wî hatiye desteserkirin.
Polîsan di mala hevserokan de dest bi lêgerînê kirine.(ÇT/MB)