Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weşana IMC TVê di çarçoveya OHALê de bi KHKan (Biryarên Di Hukmê Qanûnê De) tê qutkirin.
Di hinceta qutkirina qanalan de hat gotin ku “sazî û komên li dijî ewlehiya milî tehdît in û kanalên diyar bûne ku aydî rêxistina terorê ne.”
Şeva 28ê Îlonê zêdetirê 10 kanal û radyo ji TURKSATê hatib3un derxistin û weşanên wan hatib3un qutkirin.
IMC TV di 1ê Gulana 2011an de dest bi weşanê kiribû û li Enqere, Amed û Stenbolê buroyên wî hene.
Weşana wî yê ji înternet û Hotbirdê dê were qutkirin
IMC TV di 26ê Sibata 2016an de ji TURKSATê hatibû derxistin. Kanal bi ser Hotbird û înternetê weşana xwe didomand.
Kordînatorê Giştî yê IMV TVê Eyup Burç destnîşan kir ku wê bi vê biryarê weşana ji Hotbird û înternetê jî were qutkirin û dê dest danîn ser şirketê û wiha got:
“Kanalên ku di 28ê Îlonê de hatibûn girtin jî TURKSATê hatin derxistin. Ji xwe kanala me jî ji TURKSATê derxistibûn.
“Niha jî sîstema me ya ‘uplink’ê ku weşanê radigihîne ûydiyê wê were girtin.
“Bêguman em ê dîsa bi awayekî weşanê bidomînin.”
Eyup Burç derbarê qutkirina weşanên kanalan de wiha got:
“Ev jî cureyeke erkirina qayûman e. Êdî naxwazin ku weşanan bi destê qayûman bidomînin, niha bi temamî qut dikin.”
IMC TV: Heta dawiyê weşangeriya mafparêzî
Di daxuyaniya IMC TVê de wiha hat gotin:
“IMC TV 5 sal û nîv e bûye dengê hemû beşên civakê. Hemû geşedan û pêşketinê tevahiya civakê eleqeder dike kiriye mijara weşanê. Heta roja dawî li ser esasê mafê heq û hiqûqê li ser esasê mafê civakê weşan kiriye. Ev pêkanînên li dijî hiqûqê teqez nayê qebûlkirin.
“IMC TV û televîzyonên din deng û rengên cuda ne. Bi girtina van tv û radyoyan dixwazin gerdûnek dijdemokratik û otoriter ava bikin. Dixwazin medya yek deng, yek reng û yek bawerî ava bikin. Girtina qanala me ne tenê binpêkirina azadiya weşanê û çapemeniyê, di heman demê de binpêkirina mafê gel ê azadiya ragihandinê ye. Ev berdewama darbeya 15ê Tîrmehê ye. Hikûmet hewldana darbeya 15ê Tîrmehê j bo xwe dike hincet û darbeyek din pêk tîne. Em bi tu awayî vê pêkanînê qebûl nakin û dixwazin bi lezgîn vê biryarê betal bikin."
3 ajans, 16 TV, 23 radyo
Li gorî nûçeya AAyê biryarnameya 668. ku piştî OHALê hatibû derxistin, ji biryara qutkirina weşanan kirine hincet.
Beriya niha 3 ajans, 16 televizyon û 23 radyo bi îdiaya têkiliya wan bi Cemaeta Fetullah Gulen re heye bi wê biryarnameyê ve hatibûn gitin. Lêbelê êdî bi wê biryarnameyê ve êdî dikarin bi erêkirina wezîr ve weşanên her kanalê bidin qutkirin.
Piştî ku ew biryara ji TURKSATê re hat ragihandin weşanên hemû kanalan hatin qutkirin. Polês û wezîfedarên maliyeyê piştre çûn avahî navendên wan kanalan.
(ÇT/YO)