Ahmet Budak ku di hilbijartinên 1 Mijdarê de ji AKPê namzetê parlementeriyê bû, îro li Şemzînanê di encama êrişa çekdarî de hat kuştin.
Li gorî nûçeya Hurriyetê Budak dema bi kurê xwe re ji ziyareta cejnê vedigere mala xwe, rastî erişa çekdarî hatiye.
Di encama wê êrişê de Budak bi giranî birîndar bû û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê yq Şemzînanê. Ligel hemû mudaxeleyan jî Budak canê xwe ji dest da.
Heta saet 14:35an tu aliyê wê êrişê nahirtiye ser xwe. (EKN/YO)